Romannivîsê Siûdî Ezîz Mihemed di romana Siûdî ya demkî de yek ji navên herî berbiçav e. Wî bi romana xwe ya yekem «Rewşa Gıran A Kesê Bı Navê "K" Tê Nasîn» ku di sala 2017ê de hate weşandin, bala xwîner û rexnegiran kişand. Ev roman di sala 2018ê de gihîşt lîsteya kurt a Xelata Navneteweyî ya Romanê ya Erebî (Bookera Erebî), û paşê jî bi wergerên xwe bo gellek zimanan gihîşt xwînerên cûda. Ezîz Mihemed herwiha di warê rexneya sînemayê de jî dinivîse û beşdarî gellek çalakî, semîner û festîvalên edebî û çandî li hundir û derveyî Padîşahîya Erebistana Siûdî bûye.
Îro jî romana «Rewşa Gıran A Kesê Bı Navê "K" Tê Nasîn» bi wergera kurdî digihîje destê xwînerê Kurd. Ev werger ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê li Londonê ve hatiye weşandin, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê ya Siûdî, ku nûnera wêjeyî ya nivîskar e, û bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê di çarçoveya pêşengeha «Werger»ê de. Ev werger berdewamîya hewildanên Ajansa Kelimatê ye ya ji bo nûnertîya berhemên Ezîz Mihemed û gihandina wan bo xwînerên nû bi zimanên cihêreng; di heman demê de jî beşek ji tevgereke çandî ye ku danûstandina di navbera wêjeya Erebî û Kurdî de bihêztir dike.
Di vê hevpeyvînê de, di yekem hevdîtina xwe ya rasterast de bi xwînerên ku berhemên wî bi zimanê Kurdî dixwînin, Ezîz Mihemed li ser wateya derbasbûna romanê bo zimanekî din diaxive, nêrîna xwe li wergerê wekî nivîsandineke nû ya nivîsê rave dike, û li cîhana «Rewşa Gıran A Kesê Bı Navê "K" Tê Nasîn» û pirsên wê yên hunerî û fikrî radiweste. Herwiha ramanên xwe li ser azadî, nivîsandin û têkilîya di navbera wêje û nasnameyê de bi xwînerê Kurd re parve dike,.
Pirs: Romana te «Rewşa Gıran A Kesê Bi Navê "K" Tê Nasîn» niha bi wergera kurdî, ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê û bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê di çarçoveya pêşengeha «Werger»ê de digihîje xwînerê Kurd. Gava roman derbasî zimanekî din dibe, gelo hûn hest dikin ku xwînerên nû bi dest dixin, an jî roman bi xwe dest bi jiyaneke nû dike ku ji jiyana xwe ya yekem cuda ye?
Bersiv: Ez zêdetir alîyê egera duyemîn digirim. Xwîner her dem nû dibin, û pirtûk dikare her gav xwe bigihîne komeke nû ya kesên têkildar, ji ber sedemên ku ne pêwîst e hemûyan bi wêjeyê ve girêdayî bin. Lê werger di nav nivîsê de giyaneke nû didemîne, ji ber ku nivîs bi her wergerekê re dikeve guherînekê. Lew re, derbasbûna romanê bo zimanekî din di dilê nivîskar de hestekî çêdike ku wî nivîsandin careke din qedandîye,
Ji ber vê yekê ez spasîyek mezin û taybet didim her wergerek nû û her kesek ku di vê veguhestinê de beşadar bû; heta berî ku bigihêje xwîner yê ku cihekî nû di vê jiyanê dide vî giyanê nû wê.
Pirs: Sernavê romanê bala mirov dikşîne berî ku dest bi xwendina wê bike. Çima we bi taybetî navê «Kesê bi navê K tê nasîn» hilbijart? Ev hilbijartin ji alîyê hunerî û fikrî ve çi wate û nîşaneyan vedike, ji bilî ku tenê navekî ji bo karekterekî romanê be?
Bersiv: Tîpa K li vir amaje dike navê ku romannivîsê Çekî Franz Kafka di hin berhemên xwe de ji bo lehengên xwe bi kar tîne. Ev yek bi bandorbûna lehengê romana min ji Kafka re tê girêdan. Vebêjer ji destpêkê ve vê bandorê eşkere dike û dibêje ku piştî xwendina rojnnivîsên Kafka dest bi nivîsandina rojnivîsên xwe kiriye. Lê bi pêşveçûna rojnivîsan re, astên cuda yên vê bandorê hevûdu dixin nav hev; ji teqlîda şêwazê û têkildarîya navnivîsî dest pê dike, heta ku jiyana leheng bi jiyana Kafka re di gellek alîyan de paralel dibe: Rûbirûbûna bi sîstemên burokratîk, nexweşî, girêka bav, bêçarebûna di nivîsandinê de, tenêbûn, têkilîya bi cinsê din re û hwd.
Bi rastî armanca min ew nebû ku bi mîrata wêjeyî ya Kafka re ketibim nav diyalogekê. Tişta ku zêdetir bala min dikişand, ew rewşa revînê bû ku hebûna Kafka di hundirê vebêjer de diafirîne. Ji alîyekî ve ew Kafka wekî amûrekê bi kar tîne da ku van sîstem û hêzên ku li dijî wan têdikoşe bipirse. Lê ji alîyê din ve jî wî dike hincetek ku pê nekarîna serketina li ser wan rewa bike.
Pirs: Nifşeke fireh ji ciwanan berhemên te dixwîne û hest dike ku dengê karekterên te ji rastîya wan û ji pirsên wan re nêzîk e. Hûn vê têkilîyê çawa şîrove dikin? Gelo di dema nivisînê de tu bi xwîner diramî, yan jî tu dihêlî ku nivîs bi xwe rêya xwe ber bi xwînerê xwe ve bibîne?
Bersiv: Na, ez bawer nakim ku dema dinivîsim komeke diyarkirî ya xwîneran armanca digrim. Heger jî xeyalek li cem min hebe ka kî bêhtir ji vê pirtûk hez bike, ew xeyal piştî nivîsandinê çêdibe, ne berî wê. Destpêka min her dem ew e ku ez tiştê binivîsim ez bi xwe hez bikim wê bixwînim.
Ji bo min girîng e ku nivîsandin wekî ramandina bi dengekî bilind be; alîkarîya min bike ku ez jiyana rojane bipirsim, wê vekolînim û bi awayekî kûrtir lê binerim. Ez dixwazim nivîs min ber bi pirsine ku nepêşbîn bin bibe, ne ku tenê min bigihîne bersivên amade.
Ez bawer dikim ku ev taybetmendîyek di navbera min û gellek xwînerên ciwan de hevpar e. Ew hest dikin ku cîhana îro bi lez diguhere, bi awayekî ku derfetê nade wa bi temamî wê fam bikin û lê bifikirin.
Her çend wisa be jî, ez bawer im ku nivîsandina baş ji van dabeşkirin û kategorîyan derbas dibe. Ji ber vê yekê, gava digihêjim bersivên xwînerên ji temen û paşxaneyên cuda, û dibihîzim ku yek ji karekterên min karîye bi wan re biaxive yan tiştekî di hundirê wan de bijîne, ez gellekî kêfxweş dibim.

Pirs: Dibe ev wergera kurdî yekem pencere be ku xwînerê Kurd bi navê Ezîz Mihemed bide naskirin. Tu çawa dixwazî ev hevdîtina yekê projeya te ya wêjeyî pêşkêşî bike? Û tu dixwazî çi bîrokeyê piştî qedandina romanê di bîra xwîner de bimîne?
Bersiv: Zehmet e nas bikim ka yê xwîner dê romanê yan jî projeya min a wêjeyyî bi tevahî çawa pêşwazî bike. Di dawîyê de her xwîner xwedî ezmûn, paşxane û nêrîna xwe ye; ev hemû jî awayê wî yê xwendin û şîrovekirina berhemê ava dikin.
Tenê hêvîya min ew e ku xwîner di romanê de tiştekî bibîne da hestekî bide wî ku ev berhem bi pirs û xemên wî re jî diaxive.
Ji bo min ev romanek li ser azadî ye; azadîya mirovê asayî, yê ku pirranîya dema xwe di kar de derbas dike, bi mijûlbûna rojane re dijî, hewl dide demekê ji bo hobîyên xwe bibîne, û tenê dixwaze rastîya xwe bijî. Lê di dawîyê de xwe di nav sîstem û sînordarîyên ku vê mafê bingehîn, ango mafê ku mirov bi xwe be, teng dikin de dibîne.
Di heman demê de roman rexneyek jî li ser kesperestîya ku ji vî serhildanê çêdibe ye. Leheng dema ku bi hemû hêza xwe dixebite da ku xwe bibîne, di dawîyê de fam dike ku ew xwe winda kiriye. Ev yek jî bi nexweşîya kansêrê re bêtir tûj dibe.
Ez bawer nakim ku cureyê nexweşîyê bi xwe ewqas girîng be. Tişta girîng ew e ku ew karakterê digihîne sînorên wî yên dawî. Ji alîyekî ve wî ji bend û astengîyan azad dike, ji alîyê din ve jî hemû bergirîyên wî jê radike.
Ev hereketa di navbera van du dijberan de ye ku ji bo min çîrokê balkêş dike. Ez bawer im ku ev yek dê xwîneran jî teşwîq bike ku romanê heta dawîya wê bişopîne, ji ber ku ew dê bixwaze bizane gelo ev "rewşa gıran" bi rastî çiqas gıran e û gelo di dawîyê de derîyek ji bo rizgarbûnê heye yan na.
Pirs: Romana te ji erebî derbasî kurdî dibe, li gel ritma zimanî, amajeyên çandî û ezmûnên xwe yên herêmî. Gava hûn dizanin ku nivîsa te dê di zimanekî din de ji nû ve were avakirin, çi zêdetir bala te dikişîne? Gelo tu ditirsî hin taybetmendî bandora xwe winda bikin, an bawerîya te heye ku werger dikare jiyaneke nû bide nivîsê?
Bersiv: Di navbera çanda erebî û çanda kurdî de gellek alîyên hevpar hene. Ji ber vê yekê ez ne dudil im gellekî ku xwînerê Kurd dê paşxaneya civakî û çandî ya karekteran fam neke, bi taybetî ku ev roman gellekî li ser hûrgulîyên cihê xwe nayê avakirin.
Tişta yekane ku ez li ser wê difikirim asta zimanê vebêjer e. Zimanê wî ji beşekê bo beşeke din diguhere; carinan bi rewanbêjîya klasîk a erebî diaxive, carinan jî nêzîkî zimanê pirtûkên wergerandî dibe. Ev şêwaz amaje dike romanên biyanî yên ku cîhana leheng dagir kirine. Ew zimanê wan wekî rêyekê ji bo adaptekirinê bi rastîya xwe, hestê xerîbiyê û kêmbûna amûrên rizgarîyê bi kar tîne.
Girîngîya vê avahîya zimanî w e ku ew gellek nîşaneyên derûnî li ser rewşa psîkolojîk a leheng û helwestên wî li hemberî bûyer û kesên derdora wî hildigire.
Wergêrê koçbûyî Humphrey Davies bi serkeftî karî ev taybetmendî bigihîne versîyona îngilîzî ya romanê. Lê mixabin ez ewqas zimanên din nizanim ku ez bikaribim nirxîna vê taybetmendîyê di wergerên din de bikim.
Pirs: Piştî ku «Rewşa Giran A Kesê Bı Navê "K" Tê Nasîn» bi kurdî hate weşandin, tu dixwazî ji xwînerê Kurd re çi bêjî? Û gelo tu hez dikî ev werger bibe destpêka diyalogeke wêjeyî ya dirêj di navbera ezmûna te û xwînerên Kurd de, ku di paşerojê de bi romanên din jî berdewam bibe?
Bersiv: Erê, bêguman. Ez gellekî rêz û qedirê ji çanda Kurdî re digirim, ku bi saya hin nivîskarên Kurd ên ku bi erebî dinivîsin min nas kir, di nav wan de hevalên min jî hene ku ez bi dostanîya wan gellekî serbilind im.
Ez bi dilxweşî li bende me ku bi xwîner û nivîskarên din ên Kurd re têkilîyê çêkim û ramanên wan bibihîzim. Ez bawer im ku ev raman dê bêguman ezmûna min dewlemendtir bike. Herwiha ez hêvî dikim ku berhemên min ên din jî di paşerojê de bi heman rûmetê bê pêşwazîkirin.
Di heman demê de ez hêvî dikim ku ev werger bibe parçeyek ji tevgereke berfireh a wergerê ji erebî bo kurdî û ji kurdî bo erebî. Tevgerek ku danûstandina zimanî û çandî di navbera her du çandan de bihêztir bike û bibe sedema têgihiştineke kûrtir a "yê din"; yê ku carinan nêzîk e û carinan dûr, pirên wisa, nemaze li herêma me, îro ji her demê bêhtir pêwîst û girîng e.




0 Komênt