Veguhastina berhemên wêjeyî ji zimanekî bo zimanekî din, derfeteke nû ye ku jiyana nivîsan nû dike û derîyên wan li ber qada çandî ya cihêreng vedike. Ji vê rûyê ve, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a romannivîsa Siûdî Umeyme El-Xemîs, ku ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê li Londonê hate weşandin, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera wêjeyî ya romannivîs Umeyme El-Xemîs, û bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya destpêşxerîya «Werger»ê de, gaveke din e bo bihêzkirina hebûna romana Siûdî di nav xwînerên kurd de.

«Sîberdar» yek ji wan romanan e ku li ser bingehek fireh a zanistî, dîrokî û çandî ava bûye. Roman dîrokê ji nû ve di çarçoveya dîtineke çîrokî de ava dike, balê dikişîne ser guherînên cih û mirov, bêyî ku ji cîhana romanê dûr bikeve yan jî xwe teslîmî serdestîya belgeyê bike. Bi vê hevsengîyê, roman derîyên cihêreng ji bo şîrove û xwendinê vedike û xwîneran vedixwîne ku dîrokê wekî ezmûneke mirovî ya zindî ji nû ve bibîne.

Di vê hevpeyvînê de, me xwestîye nêzîkî ezmûna afirîner a Umeyme El-Xemîs bibin, li ser pirsên ku di dema nivîsandina «Sîberdar» de derketine rawestin, peywendîya romanê bi dîrok û xeyalê re bibînin, û nêrîna wê ya li ser wê jiyana nû ku werger dide nivîsê, dema ku derbasî zimanekî din dibe, û dibe beşek ji bîra xwînerên ku ji nav çand û civakên cuda tên, nas bikin.

Herwiha, hevpeyvîn li ser nêrîna wê ya guherînên ku romana Siûdî di van salên dawî de dijî radiweste, û li ser rola wergerê di firehkirina hebûna wê li derveyî sînorên zimanê erebî û avakirina pirên danûstendina çandî di navbera wêjeya erebî û kurdî de disekine. Ev hevdîtin di heman demê de bi weşandina wergera kurdî ya romanê re tê, da ku xwîneran bi cîhana «Sîberdar» bi dengê nivîskara wê nas bibin û hêvîyên wê ji vê hevdîtina yekem bi xwendevanê kurd re bibihîzin.

Pirs: Romana te «Sîberdar» bi kurdî ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê û bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê di çarçoveya destpêşxerîya «Werger»ê de hate weşandin. Ji bo te ev çi wateyê dide ku roman derbasî zimanekî din bibe û bi xwînerekî ku ji qada çandî ya cuda tê hevdîtinê bike?

Bersiv: Bêguman, firehbûna qada xwendin û gihîştina xwîneran xewna her nivîskarekî ye. Ev tenê bi serkeftina kesane ve ne girêdayî ye; ew di heman demê de awayek e ku çandek bi tevahî veguhezîne, navbera gelan nêzîktir bike, hevparîyên mirovahî yên di navbera wan de eşkere bike û wan dîwar û qutîyên girtî yên ku me ji yekûdû re dûr dixînin hilweşîne.

Pirs: «Sîberdar» di qadeke dîrokî û çandî ya dewlemend de digere û lêkolîn, zanîn û xeyala romanî bi hev re tîne. Fikira vê romanê çawa çêbû û çi bû sedema ku te bi vê serpêhatîya çîrokî dest pê kir?

Bersiv: «Sîberdar» hewl dide çîroka bajarê Riyadê ji nû ve vegerîne, dema ku bajar bi gav bi gav mezin dibe û ji bajarekî xwe di nav xwe de girtî diguhezîne bo paytextê cîhanî. Di heman demê de, roman çîroka yek ji keçên wî bajarî jî dişopîne; ew jina ku rêyekî cuda ji wê rêya kevneşopî ya ku ji zayînê heta mirinê ji bo wê hatibû diyarkirin hilbijartiye û dest bi avakirina rêyekî nû ya jiyana xwe dike.

Pirs: Dîrok di berhemên we de zêdetir wekî materyalek ji bo çîrok û ramandinê xuya dike, ne wekî vegotina dubare ya bûyeran. Hûn çawa li peywendîya di navbera roman û dîrokê de dinêrin? Sînorê ku hûn di navbera belge û xeyalê de dikişînin çi ye?

Bersiv: Rexnegiran gellek caran gotine ku çîroka romanî "derewek e ku rastîyê bi tevahî dibêje". Ev têgihiştin hêvî û armancên romanê bilindtir kirine, da ku bibe dîwana gelan, cihê ku mîras û dîroka wan di nav de tê parastin, û yekem derîyê ku mirov ji wê ve dikare bigihîje çîroka mezin a wan. Ji ber vê yekê, bûyerên dîrokî dibin beşek ji tevna çîrokê, ne armanca sereke ya romannivîs.

Pirs: Tû hêvî dikî ku xwînerê kurd «Sîberdar» bi awayekî ji xwînerê ereb cuda bixwîne? Ma werger dikare jiyaneke nû bide romanê dema ku ew dikeve nav hawîrdorekî çandî yê nû, bi xwendin û şîroveyên ku ji jîngehên cuda tên?

Bersiv: Min gellek hez ji dîmenên pêşmerge jinan kir, dema ku bi lehengî û serbilindî axa xwe diparastin. Min wan di şert û mercên din de jî bi bedewî û nermîya jinatîyê dîtin. Lê tiştek ji nêzbûna min bi wan re wekî xwendina romana «Êvara Perperokê» ya romannivîsê kurd Bixtiyar Elî nebû. Di navbera van ezmûnan de min gelê kurd wekî gellekî kevnar nas kir, ku rehên wî di vê herêmê de ji serdema Selahedînê Eyûbî ve kûr bûne.

Pirs: Romana Siûdî niha li ser asta erebî û navneteweyî hebûnek her ku diçe firehtir dibîne. Hûn vê guherînê çawa dinirxînin, û taybetmendîya ezmûna romana Siûdî di van salên dawî de çi ye?

Bersiv: Romana Siûdî niha ji qonaxa hejmarê derbas bûye bo qonaxa kalîteyê. Ev pêşketin jî ji sînorên herêmî derketîye û ber bi qada erebî û navneteweyî ve çûye. Ez bawer im ku projeya wergerê ya ku niha Wezareta Çandê piştgirî dike, di bihêzkirina vê arasteyê de roleke girîng heye û dê bibe sedem ku bal li ser ezmûnên taybet ên ku heta niha qasî ku pêdivî bû nehate dayîn, were kişandin.


Pirs: Li gorî te, werger dikare çi rolê di avakirina pirên çandî di navbera wêjeya erebî û kurdî de bilîze? Ma tû bawer î ku derbaskirina berhemên wêjeyî ji zimanekî bo zimanekî din di dîtina hevparîyên mirovahî yên di navbera gelan de alîkar dibe?

Bersiv: Bêguman. Werger tenê rêyek ji bo gihandina berhemê bo xwînerekî nû nîne, di heman demê de dibe amûrek ji bo hilweşandina wê wêneya stereotîpî ya ku gellek caran medyayê di hişê mirovan de ava kiriye.

Pirs: Piştî ku «Sîberdar» gihîşt xwînerê kurd, tû dixwazî çi peyamekê bidî wî? Û ma berhemeke din ji nivîsarên te heye ku hûn hêvî bikin di pêşerojê de jî bo kurdî were wergerandin?

Bersiv: Ez bi heyecan li bende bersiva xwînerê kurd ê rewşenbîr im. Ez bawer im ku hemû romanên min naveroka wan vajîbûna mirovê vî cihî vedihewîne.

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).