Muzexaneya Arnold Schwarzenegger li mala zarokatiya wî li bajarokê Thalê, li nêzî Grazê li Awusturyayê ye. Muzexane qonaxên cuda yên jiyana wî nîşan dide; ji jiyana wî ya sade û kariyera wî di bedensaziyê de, heta navdariya wî di sînemayê de û dema ku bû Waliyê Kalîforniyayê. Di muzexaneyê de tiştên kesane, amûrên werzîşê, wêne, poster û bîranînên orîjînal ji fîlmên wî yên navdar tên pêşandan.

Wêne: Haitham Hussein