Keşîşxaneya Reinê li nêzî bajarê Grazê yê Awûstûryayê ye. Ew kevintirîn keşîşxaneya Cîstersiyan a li cîhanê ye ku heta îro jî berdewam dike; di sala 1129’an de hatiye damezrandin. Cîstersiyan rêbazeke rahîbî ya Xirîstiyanên Katolîk e ku li Fransayê derketiye holê û bi jiyana sade, kar, aramî û tefekkürê hatiye naskirin. Keşîşxane bi mîmariya xwe ya Barok, dêrê xwe ya xemilandî û pirtûkxaneya xwe ya dîrokî navdar e. Xwezaya kesk a li derdora wê, aramî û bedewiyeke taybet dide vî cihî.

Wêne: Haitham Hussein