Yûsif Elmuheymîd yek ji dengên herî berbiçav ên romana Siûdî û Erebî ya hevdem tê hesibandin. Projeya wî ya afirînerî li ser lêkolîna guherînên civakê, çarenûsa mirovan û têkilîya tevlihev a navbera cih, bîranîn û azadîyê radiweste. Berhemên wî bala rexnegiran kişandîye û bo gellek zimanan hatine wergerandin.

Ev hevpeyvîn bi boneya weşandina wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Kevok Li Birîdaye Nafirin» hatiye amadekirin. Roman bi wergera Yasîn Hisên ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê li Londonê, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera wêjeyî ya nivîskar, û bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî, di çarçoveya destpêşxerîya «Werger» de hate weşandin.

Di heman demê de Weşanxaneya Ramînayê amadekarîyên weşandina wergera kurdî ya romana «Dafên Bêhnê» jî dike, da ku rêwîtîya berhemên Yûsif Elmuheymîd ber bi xwînerê kurd ve berdewam bibe. Ev hemû di nav projeyekê de tê meşandin ku armanca wê xurtkirina hebûna wêjeya Siûdî di pirtûkxaneya kurdî de û firehkirina gotûbêja çandî ya di navbera her du zimanan de.

Di vê hevpeyvînê de Yûsif Elmuheymîd li ser veguhastina berhemên xwe bo zimanekî din diaxive, cihê ku di avakirina romanê de roleke sereke dilîze, pirsgirêkên azadîyê yên ku di nivîsên wî de dubare dibin, pêşveçûna ezmûna xwe ya afirînerî û dîtina xwe ya li ser wergerê û rola wê di dayîna jiyaneke nû de bo romanê di nav xwînerên çandekî din de, radiweste.

Pirs: Romana «Kevok Li Birîdaye Nafirin» gihîştîye destê xwînerê kurd, û di demeke nêzîk de ew ê bi kurdî romana «Dafên Bêhnê» jî bixwîne. Wateya vê yekê ji bo te çi ye, ku berhemên te yek bi yek dibin beşek ji zimanekî din û projeya te ya romanê dibe beşek ji pirtûkxaneyeke wêjeyî ya çandeke din?

Bersiv: Bêguman vekirina derî li ber zimanekî din û çandeke din gellek girîng e. Ev yek alîkar e ku nivîs ji çarçoveya xwe ya herêmî derkeve û bibe beşek ji wêjeya cîhanê. Dema ku roman digihîje xwînerên din, yên ku paşxneyekî zanistî û çandî yê cuda hene, ew jiyaneke nû distîne; mîna ku careke din, bi zimanekî nû, were nivîsandin.

Pirs: Romanên te di navbera cih, bîranîn û mirov de digerin, û nêzî karakteran dibin dema ku ew bi guherînên civakê û pirsgirêkên wê re rû bi rû dibin. Ev dîtina romanî çawa pêk hat? Ji çavdêrîya rastîyê dest pê kir, an ji daxwaza pirsîn û lêkolîna wê?

Bersiv: Ji destpêkê ve min karakterên xwe temaşe dikirin dema ku ew bi civak û kevneşopîyên wê re di nav têkoşînekê de bûn. Min wan berdan ku bi tena serê xwe bi çarenûsa xwe re rû bi rû bibin. Ji dûr ve min temaşe dikir dema ku ew li hember desthilata rastîyê û dijwarîyên wê disekinîn. Carinan ez westiyayî hîs dikim û hewl didim wan ji wê rewşê derxim. Ji ber vê yekê gellek ji karakterên min ji civakê direvin; an xwe vedikişînin, an cih diguherînin, ne rastîya ku tê de dijîn. Ev paşvekişandin, di rastîyê de, celebek protestoya bêdeng e.

Pirs: Di romana «Kevok Li Birîdaye Nafirin» de cih bi hêzeke mezin amade ye, heta ku hema bêje dibe karakterek ku bandorê li ser çarenûsa lehengan dike. Hûn çawa li têkilîya di navbera cih û mirov de dinihêrin? Û kengê cih dibe lehengê romanê?

Bersiv: Cih di romanê de ji karakter û bûyeran kêmtir girîng nîne. Ez tenê bajaran nayê mebestkirin; herêm, mal, kolan, kesên ku li rê dimeşin, nefesên bi lez û rewşên mirovî yên ku bi pêvajoya cihê ve girêdayî ne jî di nav de ne. Carinan cih ji mirov jî zêdetir derdikeve pêş. Heta mirovkirina cihê ewqas hêzdar e ku dikeve pêşberîya mirov bi xwe. Di romana min «Kevok Li Birîdaye Nafirin» de cih di du bajaran, Riyad û Birîdaye de bi awayekî berbiçav amade ye. Ji nav wan re çîrok gav bi gav pêş ve diçe, karakter mezin dibin û rêwîtîya guherînê ya wan dest pê dike.

Pirs: Xwînerê kurd pêşî «Kevok Li Birîdaye Nafirin» dê bixwîne, paşê jî bi «Dafên Bêhnê» dê were nasîn. Li gorî te, di navbera van her du romanan de çi gotûbêjek heye? Li ku derê digine hevdu û li ku derê rêyên wan ji hev cuda dibin?

Bersiv: Her du roman jî pirsên girîng li ser azadîyê radikin. Mînak, Fehd El-Sufîlawî di romana «Kevok Li Birîdaye Nafirin» de li pey azadîya xwe ya kesane ye di nav civakeke zordar û destwerdanê de. Karaktera sudanî Tewfîq û bedewî Tirad jî li pey azadîya xwe ne, lê her yek ji wan di heman demê de ji wê ditirse. Tişta ku her du romanan digihîne hev, koçkirina ji cih e. Fehd direve gundekî piçûk ê Îngilîstanê, Tirad jî ji bajar direve bo her bajarokekî din, "ji vê dojehê dûr", wekî ku ew ji karmendê firotina bilêtan re dibêje. Lê di navenda her du romanan de cudahî heye. Di «Kevok Li Birîdaye Nafirin» de Fehed eksena sereke ya çîrokê ye, lê di «Dafên Bêhnê» de sê karakter hevbeşîya lehengtîyê dikin, ku hemû ji wan bi xewna lêgerîna nasnameya xwe ve girêdayî ne.

Pirs: Ezmûna we ya romanê salên dirêj berdewam kiriye û di ziman, avahî û dîtinê de gellek guherîn derbas kiriye. Ger Yûsif Elmuheymîd îro li romana xwe ya yekem binêre, ew ê çi tiştî di projeya xwe de wekî tiştekî domdar bibîne? Û bi derbasbûna dem û ezmûnê re çi guherîye?

Bersiv: Ez bawer dikim ku hişyarîya di bikaranîna ziman de her dem yek ji pirsgirêkên sereke yên min bûye. Min her tim hewl da ku nivîs kurt, paqij û dûr ji dirêjbêjî û zêdebêjîyê be. Lê ya ku guherîye, bi awayekî xwezayî ye. Nêzîkî çaryeka sedsalekê di navbera romana min a yekem «Şaşîtîya Miriyan» û romana «Mêrek Qijik didin dû wî» de derbas bûye. Ev navbera demê bû sedem ku şewqa min bo afirandina romaneke cihê zêdetir bibe; ji alîyê ziman, avahîya romanê, mijaran û karakterên ku di bîra xwîner de demeke dirêj dimînin. Îro dema ku ez romanê dinivîsim, bi kêfxweşî û kêfê dinivîsim. Ez karakteran di nav laboratuwara nivîsandinê de datînim û dihêlim ku li ser pelên li ser maseya min bi azadî biriqisin.

Pirs: Dema ku romanek tê wergerandin bo zimanekî din, cih, devok, adet û wêneyên çandî jî bi wê re tên veguhastin. Ma tû bawer dikî ku wêje dikare sînorên herêmî derbas bike û bigihîje mirovan li her deverê, her çiqas ziman û bîranîna wan ji hev cuda bin?

Bersiv: Bêguman. Wekî ku romanên Amerîkaya Latîn, Japonya, Rûsya û Ewropayê gihiştine dilê me, di bîra me de cih girtine û bandor li ser me kirine, tiştekî xwezayî ye ku xwîner li her deverê jî di beramberê tiştê ku em dinivîsin de heman hestan bibîne. Nivîsandina rastgo, nêzîk û mirovane li ser civaka me, xewn û armancên wê, romanan dike pasaportek ku bi lez ji welatekî bo welatekî din û ji zimanekî bo zimanekî din derbas dibe.

Pirs: Îro werger weke hevparê afirandina hebûna cîhanî ya wêjeyê tê dîtin. Tû çawa li tevgera wergerandina wêjeya Siûdî bo zimanên din dinihêrî? Û li gorî te di salên bê de kîjan war divê bêtir balê bikşîne?

Bersiv: Ev tevgera ku îro li Padîşahîyê tê dîtin, tevgerêke erênî û çalak e. Wergerandina wêjeya Siûdî û gihandina wê bo zimanên cîhanê jî beşek ji vê tevgerê ye. Ev arasteyek gellek baş û bandorker e, bi şertê ku di hilbijartina berhemên ku tên wergerandin de hişyarîyek mezin hebe, werger bi kalîte be û weşanxaneyeke rastîn were hilbijartin; weşanxaneyeke ku di welat û zimanê xwe de cih û navdarîyek baş hebe. Ya herî girîng ew e ku pirtûk bi rastî bigihîje xwînerê rastîn û bal û têkildarîya ku mafê wê ye bistîne.

Pirs: Ger xwînerê kurd cara yekem yek ji pirtûkên te veke, tû dixwazî dema ku rûpela dawî bigire, bi xwe re çi peyamê bide?

Bersiv: Ez dixwazim ew bibîne ku li vî welatî civakeke cihêreng û pêşketî heye; ku di navbera mirovan de têkilîyên mirovî yên rastîn û kûr hene. Li vir mirov hene ku di hundirê xwe de evîn, qencî, xerabî, hîle û xiyanet hildigirin, wekî her civakeke din. Di nav wan de karker, windabûyî, dewlemend, sûdxwaz, jîr û kesên nexweş jî hene. Ez hêvî dikim xwînerê kurd ji wêneyê stereotîpî ku medyaya rojavayî li ser vê welat û gelê wê çêkirîye derbas bibe. Romanên Siûdî bixwînin, da ku civakeke mezin, ku ji bo xewnên xwe yên yekem û armancên xwe yên mezin têdikoşe, nêzîk bibin û wê baştir nas bikin.



>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).