Em, dema li ser nifşekî di wêjeyê de diaxivin, nemaze di helbestê de, em ne temenekî, yan qonaxeke demê destnîşan dikin, em kêlîkeke danûstendinê di nav komek nivîskar, yan helbestvan de şîrovek dikin, ku xwe di heman demê, di heman rewşan de dibînin, li ber heman pirsan, bi zimanê xwe yê cuda, bi dîtinên xwe ku dîtinên nifşên nivîskarên berî xwe derbas dikin.

Bi kurtî em li ser kêlîka guhertinê di hundirê çandê de diaxivin, ku helbestvanên nû xwe weke kurên demeke nû radigihînin, bi guhertin û helwestên xwe yên nû.

Li Rojavayê, ev bêhtirî deh salan e ku nifşekî nû di helbesta kurdî de dernektîye, dengên nû dernektine ku nûnertîya xwe bikin, bi guhertinên li der dora xwe mijûl bibin, bi bandora wan di hundirê xwe de. Rewş diherike, helbestvanên berê, zimanê berê, bi dîtin û derbirînên ku weke nivîskarên xwe rûniştine. Ev dîyarde dîyalokek li ser sedemên wê gerek e, alîyên wê, nemaze li gel cenga ku li Rojavayê li dar, guhertinên ku ceng bi xwe re dibarîne, kêlîk, hûrbînîyên cengê 

Qonaxeke ku gerek bû gelek helbestvanên ciwan bi xwe re pêşkêş bike, bi zimanekî nû, li wê, li encampên wê, ji alîyekî din binihêrin, bi taybetî li gel derfeta azadîya nivîsandinê bi zimanê kurdî di her deh salan de, ku berî wan qedexekirina li ser gotina kurdî û nivîsandina bi wê, rast e ku nedibû behane heger nivîsandin bi kurdî demekê rawestîya ba, lê hema, bi kêmasî bersivek pêşkêş dikir.

Em dikarin bibêjin ku helbest weke karekî pirsê, gerê, ber bi guhertina xwe de diherike. Karekî piştî demê, piştî karên din, dem derbas dibe, karên din bi dawî nabin, weke ku nifşê nû ber bi mabûnê bitenê de biçe, li cihê gotinê, li cihê nerînê, ragihandina nerînê.

Dîroka wêjeyê dîyar dike ku çendî ceng dibin sedema derketina helbest û helbestvanên nû, bi hemî rol û wateya wan, dema bingeheke çandî peyda bibe, rê bide êşê ku bibe gotin, bide xwedîyê wê. Êş, di nebûna bingehê de li cem vexwarina derbirînê ranaweste, bêhtirî vê yê yekê wê diçikîne, em li pêş alozîyekê ne, mezin e heger em li xwe mukur bên, bi xwe re zelal bin.

Cenga li Rojavayê, li ser mirovan, bi giştî rewşeke ji çavdêrîyê ferz kirîye, ji bêdengîyê, gelek ciwanên xwedîyên behire, hest û ziman, xwe li pêş rewşeke rojane hişk dibînin, rê neda wan bi projeyên xwe yên afirandinê mijûl bibin, xwe mijûl bi debarekirina kêlîka laşê xwe dibînin, dûrî nerîn û hundirê xwe, xwe vemirî dibînin, xwezîyên xwe weke bajarên xwe vemirî dibînin.

Dema jîyan dikeve bin gefan de nivîsandin vedigere. Hinek wiha dibêjin, nivîskarên li ber gavên destpêkê teqez dibin ku rêya li pêş wan rêya jîyanê li wan teng dike, li vir danberhevek dikeve di nav jîyanê, debareya jîyanê û di nav gotinê û salixdana jîyanê de, nemaze di nebûna deste û sendîkayan de, yan di ketina wan de ji rolên wan, weke yekîtîyên nivîskaran, ku gerek e haneder bin ji nifşên nû re li ser nivîsandinê, teqezkirina rola nivîsandinê weke alaveke jîyanê, xweşkirina wê, rawestandina li pêş zehmetîyên ku wan derdixe, berûvajî rewşa gerek yekîtî bi alozîyên xwe di nav hev de mijûl in, bi alozîyên partîyên xwe yên sîyasî. Yekîtîyên nivîskaran xwe qehwexaneyên girtî bi ser xwe û endamên xwe de dibînin, bêyî kêlîkekê hest bibin ku gerek e seqayekê peyda bikin ji nivîskarên ciwan re, ji hewildanên wan re, haneder bin, rê bidin wan, nivîsandinên wan ku bi rengê xwe yê nû xwe pêşkêş bikin, bi zimanê nifşê xwe pirs û dîtinê xwe.

Sazîyên çandê yên fermî, di nebûna projeyên demdirêj de, ku li ser çandê weke nasnameyekê kar bikin, nebûna sazîyên serbixwe. Ev alozîyê girantir dike, çalakîyên çandî yên li Rojavayê li dar dikevin sînorên xwe yên simbolîk derbas nakin, bi wateyeke din kûrahî, girîngîya çandê pêşkêş nakin, ne jî ti guhertinê, ku bi wan nifşê ciwan xwe di warê çandê de bibîne.

Nifşê li ber derî, li ber biryara xwe ku derbas bibe, yan vegere.

Em, dema li ser nebûna nifşekî nû di helbesta kurdî de weke alozîyekê diaxivin, em li ser metirsîyên xwe diaxivin, ku nerîneke nû neyê pêşkêşkirin, zimanê nifşekî li paş derbirînê bimîne, xewn, dîtin û pirsên xwe di hundirê xwe de bihêle, em li Rojavayê di helbesta kurdî de, di heman çarçoveya diho de digerin, bi heman awayan, bêyî ti guhertin, ku hevrê be, li gel guhertinên cih û demê.

Em, heger li cem berhemên ciwanan yên di dema deh salên bihûrî de derketî rawestin, bihejimêrin, em ê tilîyên destên xwe bihejimêrin, ne bêhtir, em ê di heman demê de xwe bi wan re, li ber heman projeyên nifşên berê bibînin, ku bi destê nifşê nû hatine nivîsandin, bêyî ku nerînên wan, pirs, ziman û dîtinên wan bibînin.

Ez dixwazim bibêjim ku dema deh sal, bêhtir, derbas bibin û nifşekî nû di helbesta kurdî de li Rojavayê dernekeve, gerek e em pirsan, bi dengekî bilind bipirsin, li bûyerê nenihêrin weke rewşeke xwezayî, li vir lawazbûna bingeha me ya çandî dîyar dibe, têkçûna me ku me nikaribû ciwanên xwe bi girîngîya nivîsandinê razî bikin, me rê neda wan ku xwe, bi rengê xwe pêşkêş bikin.

Di nebûna nifşekî nû di helbesta kurdî de li Rojavayê tegez dibe ku pêdivîya me bi yekîtîyên nivîskaran weke jîngehek dîyalogê heye, weke devereke haneder ji nivîsandinê re, ji piştgirtinê re, dûrî partîyên sîyasî û nakokîyên wan. 

Teqez dibe ku sazîyên çandê sazîyên gerê bin li rewşên afrirandinê, bi projeyên berdewam, bi hewildanên alîkar, wê demê çand, helbest hebûna xwe weke karekî mirovane, pêwîst vedigerînin, her wiha nifşekî ciwan di warê nivîsandinê de.

Ez dixwazim bibêjim ku avakirina nifşekî di warê nivîsandinê de karek e, weke xwe, weke her karekî, di merc û seqayên pêwîst yên her karekî de.

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).