Di alozîya tevgera şêwekarîyê de li Rojavayê, em ê neçar berê xwe bidin têgihiştina berhemdarên wê ji stûbarîya hunerê re. Mijar li vir e, bi salan e ku tabloyekê em kêfxweş nekirine, helbestekê jî. Wê kesek bibêje, lê em ji helbesta kurdî fêr bûne vê yekê, berûvajî dîmena şêwekarîyê ya kurdî li Rojavayê, ku berdewam rewşên bilind bi xweşikbûnê pêşkêş dikirin, sînorên xaknîgarîya tabloya xwe derbas dikirin, ber bi sînorên cîhanê de.

Ev ne bilindbêjîyeke, ne jî lihevanîneke gotinan e, bi qasî ku danberheveke di nav rewşa tevgera şêwekarîyê ya diho û îro de, em vegerê dijîn, ketinê, ne bitenê di şarezayîya teknîkî de, lê di dîtinê de, di pirsa nameya tabloyê de, di wê kêlîka behitandinê de li hemberî rengan, weke ku şêwkarê kurd bi çêkirinê mijûl bûbe li cihê wateyê, dûrî hanederê pêşî yê kar: Pêdivîya ji bo gotina tiştekî, ku bitenê bi xêzan, bi rengan tê gotin.

Şêwekarê kurd di gera xwe de _ heger bigere_ kesekî bi qasî xwe ji xwe naxe, winda nake, kesekî bi qasî nasnameya xwe ya hunerî, ya afirênerî. Ev çend sal in ku şêwekarekî, bi nasnameyeke cuda, xwe û tabloyên xwe pêşkêş nekirine, nasnameyek bi taybetmendîyeke cuda nehatîye dîtin, bi rengên cuda, bi awayên cuda.

Di pêşengehan de, di mihrecanan de, her em li ber heman hewildanan e, guhestina dîmenan, bi heman awayê kamîrayê, bêyî ti nerîn, ti dîtin, bi ser de xistina dîmenên kamîrayê bi xwe jî ji xweşikbûna wan.

Şêwekarê kurd li Rojavayê bêhtirî guhestinê nake. Wiha di karê xwe de digihêje, bi tabloya xwe ji me re dibêje, bi me re didûdistînd weke ku em kesên wergir dîmenê nebînin, em kor in. Ev e danasîna me weke kesên wergir, lê em korên kêlîka afirandinê ne, karê afirêner li vir, di şîroveyê de gerek e ber bi du hewildanan de biçe, guhestina dîmena li ber çavan, bi dîtin, nerîn, nasname û şîroveyekê, girtina dîmena ku em nabînin. Şêwekarê kurd xwe rizgar kirîye, xwe nabîne neçar li ser gereke ber bi vê yekê de, bitenê dîmena li ber çavan diguhêze, bêyî ti nasnameya hunerî, ti helwest.

Gelo ev e sedem ku tablo nema me kêfxweş dike, nema me behitî dihêle, nema me aciz dike, di rewşên xwe yên herî dal de?

Tabloya bêlayen, bêdeng, bê hewildan.

Tabloya çîrokeke xwarî, vexwarî.

Diho tevgera şêwekarîyê ya kurdî di cengekê de bû bi bîrdankeke şikestî re, hewil dida bi rengan wê çaksaz bike, ez her dem li hêvîya wê kêlîkê me, ku li gel dostan rêyên di nav bajarên me de derbas bikim, li alîyên me zevîyên genim, bi pêlên xwe, li gel razên bahozan, û li ser wan di tabloyên şêwekarên Rojavayê yên berê de biaxivim, dîmenên bi saw bi xweşikbûna xwe, ku ji her kesî re li ser comerdîya vê axê dixivin, bedewîya rojavayê, xemgînîya wê dema xatir ji deryayên zevîyan dixwest.

Îro tabloya şêwekarîyê ya kurdî li Rojavayê, bitenê ber bi kopîkirina wêneyan de diçe, wêneyên ku tiştên dixwestin gotin, nameya xwe gihandin.

Tabloyên ku di vê yekê bi xwe de jî têk diçin.

Zexelîyek heye, li hevhatinek bi zexelîyê re, ku di heman demê de wergirê xwe diguhêze heman rewşê, lihevhatinek bi wê yekê re heye ku şêwekar kar dike, bitenê ji bo nîşandanê, ne ji bo bibêje, ne jî ji bo bipirse, yan ji bo guhertinê.

Ez bawer im îro pêdivîya me ne bi hejimareke bêhtir ji şêwekaran heye, yan pêşengehan, lê bi şêwekarekî wêrek ku danpêdanê bi valahîya heyî bike, li ber raweste, pêdivîya me bi tabloyekê heye, wan hestan li me vegerîne ku xweşikbûna kurdî ne bitenê ji bo xemilandinê ye, lê pêwistîyek e, qîrek e, şîfreyek e, bi hemî zimanan tê xwendin.

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).